Serokkomarê Lubnanê: Ji bo astiyê em amade ne bi Îsraîlê re rûnin

Dîroka Weşanê :
Serokkomarê Lubnanê: Ji bo astiyê em amade ne bi Îsraîlê re rûnin

PeyamaKurd – Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun, di salvegera 82yemîn a serxwebûna welêt de peyameke stratejîk da û ragihand ku ji bo bidawîanîna êrîşan, ew amade ne di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî an Amerîkayê de bi Tel Avîvê re danûstandinan bikin.

Aoun daxwaz kir ku tevî peymana agirbesta 2024an, divê hêzên Îsraîlê ji xalên dagirkirî yên başûr vekişin û tekez kir ku Artêşa Lubnanê amade ye wan deveran kontrol bike.

Serokkomar bal kişand ser du xalên din ên girîng jî: Pêwîstiya kombûna hemû çekan di destê dewletê de ji bo berjewendiya neteweyî û bipêşxistina têkiliyên bi "Sûriyeya nû" re li ser bingeha serweriya wekhev.