Tezkera Lîbyayê di meclisa Tirkiyê de hat qebûlkirin

Dîroka Weşanê :
Tezkera Lîbyayê di meclisa Tirkiyê de hat qebûlkirin

PeyamaKurd – Daxwaza serokkomariya Tirkiyê ya ku wexta tezkera mayîna artêşa Tirkiyê li Lîbyayê dirêj bikin û bo 2 salên din li Lîbayê bimîne, di meclisa Tirkiyê (TBMM) de hat qebûlkirin.

Piştî xebata budça wezaretan di TBMM de hat qebûlkirin, meclis bo tezkera Lîbyayê û bo paketa darazê ya 11em civiya.

Daxwazname di meclisê de qebûl bû û wê leşkerên artêşa Tirkiyê 2 salên din jî li Lîbyayê bimîne.