PeyamaKurd – Kovara navdar a Brîtanî The Economistê di analîzeke nû de hişyarî da ku Serokê Çînê Xi Jinping bi rêya “paqijkirinên berfireh” yên di nav artêşê de, desthilatdariya xwe ya mitleq xurt kiriye û ev yek metirsiya dagirkirina Taywanê zêde dike.
Li gorî raporê, lêpirsîna li ser Zhang Youxia, efserê herî payebilind ê welat, û General Liu Zhenli bi tawanbariya “neguhdariyê”, mezintirîn operasyona paqijkirinê ya ji sala 1971an ve ye.
Analîz destnîşan dike ku Xi Jinping bi dûrxistina generalên xwedî ezmûn ên wekî Zhang Youxia (yê ku di şerê Vîetnamê de xwedî ezmûn e), mekanîzmayên hişyarkirinê di hundirê pergalê de ji holê rakirine.
The Economist balê dikşîne ser vê xetereyê: eger li derdora Xi tenê “erê-mirov” (kesên her tiştî dipejirînin) bimînin, dê kesek tune be ku wî ji rîskên mezin ên şerekî li dijî Taywanê hişyar bike.
Ev di demekê de ye ku hêza deryayî ya Çînê ji aliyê hejmarê ve ji ya Amerîkayê derbas bûye û Pekîn plan dike ku heta sala 2030an bibe xwedî 1,000 serên nukleerî.