Çekdarên Şamê derbasî Hesekê bûn

Dîroka Weşanê :
Çekdarên Şamê derbasî Hesekê bûn

PeyamaKurd – Di çarçoveya rêkeftina di navbera hikûmeta demkî ya Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, îro 2yê Sibata 2026an, çekdarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê derbasî navenda bajarê Hesekê bûn.

Karwanekî leşkerî yê ku ji zêdetirî 20 wesayîtan û nêzîkî 250 kesan pêk dihat, ji rêyên Şedad û Holê hatin û ber bi avahiya “Rêveberiya Polîsan a bajêr” ve çûn.

Ev hêzên ku bi “çekên sivik” hatine bajêr, ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) ve hatin pêşwazîkirin. Rêkeftina ku îro bi fermî ket meriyetê, ne tenê rawestandina şer, lê belê “entegrasyona qonax bi qonax” a saziyên leşkerî û îdarî jî dihewîne.

Li gorî peymanê, şervanên HSDyê dê di nav firqeyeke nû de werin birêxistinkirin.

Ev pêngav piştî şerên dijwar ên hefteyên borî û koçberbûna nêzîkî “100,000 sivîlan” wekî destpêka serdemeke nû tê nirxandin.