PeyamaKurd – Parlementerê DEM Partiyê yê Agiriyê Sırrı Sakık li ser gotinen wezîrê bergiriyê yê Tirkiye Yaşar Güler ku di derbarê operasyona hêzên Şamê yên ser Helebê, Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin de, pesnê wan bilind nirxand û destekê da operasyona Şamê, bertekê nîşan da. Sakık, di ser hesabê xwe yê medya civakî de got
“Ji bo Kurda qetil kirine, ji cîhadvanan re li çepikan dixin û têgihiştinekî weha dê çawa bi vê xelkî re li hev were? Gortinên Güler û medyayê rastiyê nabêjin û êrîşên li Helebê li ser Kurda têkirin.”
Wezîrê bergiriyê Yaşa Güler li ser rûdanên li hemberê Kurdên Helebê gotibû ku Tirkiye destekê dide operasyonên Şamê an ku HTŞê.