Tom Barrack: Amerîka hewl dide şerê navbera Hêzên Ehmed Şera û HSDyê bi diyalogê rawestîne

Dîroka Weşanê :
Tom Barrack: Amerîka hewl dide şerê navbera Hêzên Ehmed Şera û HSDyê bi diyalogê rawestîne

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyê Tom Barrack ragihand ku welatê wî bi hemû hêza xwe hewl dide rê li ber berfirehbûna şer bigire.

Barrack di peyameke li ser hesabê xwe yê "X"ê destnîşan kir ku Washington di pêwendiyeke berdewam de ye da ku rewşa di navbera hêzên li Şamê (Hêzên Ehmed Şera) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de asayî bibe.

Barrack diyar kir ku Amerîka ji nêz ve çavdêriya pêşhatên li ser erdê dike û dixwaze girjî bi dawî bibe. Ev hewildana dîplomatîk piştî wê yekê tê ku çekdarên Ehmed Şera (HTŞ) di 8ê Çileyê de êrîşî taxên Kurdan ên Helebê kirin û di 13ê Çileyê de jî herêmên Dêr Hafir û Meskeneyê wekî "qedexekirî" ragihandin û operasyonên leşkerî li dijî Kurdan dan destpêkirin.