PeyamaKurd – Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ragihand ku di xwepêşandanên dawî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 13 Kurdên din jî ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.
Hat ragihandin ku bi van 13 Kurdistaniyan dawî re, hejmara Kurdên ku di dema xwepêşandanan de hatine qetilkirin 45 kes in.
Li gorî raporê, ev her 13 kes li bajarên wekî Tehran, Kerec û Îsfahanê yên Îranê û li Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.
Di nav qurbaniyan de futbolîstê 17 salî Rêbîn Miradî û ciwanê 18 salî Elî Ebasî jî hene.
KHRNyê destnîşan kir ku rejîma Îranê ji bo radestkirina cenazeyan bacên giran, bi qasî milyarek tûmen (16.600 Dolar) ji malbatan dixwaze û zextê li wan dike ku sûcdariya mirinan bixin stûyê xwepêşanderan.
Ji ber qutbûna înternetê û astengiyên ragihandinê, tê gumankirin ku hejmara rastîn a kesên ku hatine qetilkirin ji ya hatiye ragihandin pir zêdetir be.