PeyamaKurd- Hate ragihandin ku şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ligel fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gihîşt bajarê Mesken û Dêr Hafirê.
Ev tevgera dîplomatîk û leşkerî di demekê de ye ku sibeha îro 16ê Çileyê, komên çekdar ên "Hikûmeta Demkî" bajarê Dêr Hafirê û gundên derdorê yên wekî Resem El Îmam, El Keyariya û Resem El Kirûm bi giranî topbaran kirin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihandiye ku "komên Şamê" (çekdarên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê û alîgirên wê) bi awayekî bêserûber topbaranê li ser bajaran didomînin. HSDê destnîşan kir ku ev êrîş bi armanca zextkirina li ser şêniyan têne kirin da ku xelkê deverê neçarî koçberiyê bikin.
Rageşiya leşkerî ya li herêmê di 8ê Çileyê de dest pê kiribû, dema ku artêşa Sûriyeyê êrîş biribû ser taxên Kurdan ên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye). Piştî dagirkirina wan taxan, artêşê di 13ê Çileyê de herêmên Dêr Hafir, Babîrî, Qewas û Meskeneyê wekî "herêmên leşkerî yên qedexekirî" ragihandibûn.