Tom Barrack li Dohayê: Modela nenavendî tenê kaos afirand

Dîroka Weşanê :
Tom Barrack li Dohayê: Modela nenavendî tenê kaos afirand

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê û Balyozê Enqerê Tom Barrack, di Foruma Dohayê de daxuyaniyên balkêş dan. Barrack îdia kir ku modelên rêveberiya nenavendî (federalîzm) li herêmê bi ser neketine.

“3 trilyon dolar bo Iraqê”
Barrack ji Rûdawê re axivî û mînaka Iraqê wekî têkçûnekê nîşan da. Wî got: 

Li Iraqê binêre; me 3 trilyon dolar xerc kir, bi sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, û encam dilşikestinek e. Sîstema nenavendî ya ku îro li Iraqê tê bicihkirin, bûye çavkaniya pirsgirêkan.”

Mînakên Balkan û Lîbyayê
Dîplomatê Amerîkî rexneyên xwe tenê bi Rojhilata Navîn sînordar nekir û got ku siyaseta Rojava ya li Balkanan jî şaş bûye:

Me herêm dabeşî heft welatan kir û encam kaosek e.” Barrack her wiha diyar kir ku pergalên li Lubnan û Lîbyayê jî “têk çûne”.

“Divê gel bi xwe biryarê bide”
Di dawiyê de Barrack tekez kir ku çareseriyên ji derve tên ferzkirin nameşin û got:

Divê ev ne ji aliyê hêzên derve ve, lê ji aliyê gel, eşîr û çandên vê herêmê bi xwe ve were biryardan.”