PeyamaKurd – Balyozê DYAyê yê Ankara û hem nûnerê taybet bo Sûriyê Tom Barrack di ser hesabê xwe yê medya civakî de peyamekî li ser peymanên di navera Sûriyê û Erebistana Saûdiyê de hatin îmzakirin da. Barrack di peyama xwe de got:
“Peymanên di navbera Sûriyê û Erebistana Sa’ûdiyê de yên veberhênanê em bi dilxweşî dibînin. Hevkariya stratejik yên di seha ajalvaniyê, avahiyên esasî û telekomunîkasyonê de, wê destekê bide avakirina Sûriyê.
Îstîqrara herêmê, bi awayekî herî baş, dema welatên herêmê berpirsiyariyên xwe bicîh bînin, wê ev ortaxî vê hedefê bicîh bîne.”