PeyamaKurd – Fermandarê asayîşa hundir Merwan el-Ali li Hasekiyê ragihand ku deriyê Sêmalka yê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojava de, di bin kontrola dewletê de be lê wê ev mesele dê bê guftûgokirin bê di destê Kurda de an di destê Şamê de bimîne. Wê mijar paşî di hevdîtinên di navbera Mezlûm Ebdî û Şamê de zelal bibe.
Fermandar tûxgenaral Merwan el Ali seredana parêzgerê Hasekiyê Nureddin İsa kir û piştî ziyaretê bi fermandarekî hêzên asayîşa hundir yê HSDê bi Siyamend Efrîn re derket ber çapemeniyê.
Alî, Hevdîtinê bi erênî nirxand û got ku niha di asta bicîhanîna li hevkirina peymana navbera HSDê û Şamê de ne.
Merwan el-Ali, behsa her sê xalan kir ku di nav xalan de agirbes, avakirina ciyên ewlehiyê û koordînasyon bi serkeftî tên bicîhanîn. El-Ali got ku pêvajoya piştî niha ew e ku dewra tesîsên stratejîk bên kirin û weha got:
“Me li ser pêngavên bê li hev kir. Em dest bi dewra seha petrolê ya Rimêlan û balafirgeha Qamîşlo dikin. Bi rakirina gengeşeyê ji ortê, wê hêzên her dû terefan vekişin baregehên xwe û ciyên xwe ji bo asayîşa hundir bihêlin.”
El Ali, her weha got ku wê parêzgeha Hasekiyê bê xwurtkirin, li devera Şeddadê komên leşkerî nînin û peyama baweriyê aramiyê da xelkê. Li ser mesela Kobaniyê jî got ku:
“Mesela Kobaniyê bi Qamîşlo û hasekiye re bi hevre ye. Hêzên asayîşê ketin Şihuxê û di wextekî nêz de wê hêzên asayîşê bikevin navça Kobaniyê. Bi vekişîna hêzên leşkerî re, wê Kobanî normal bibe.
Bi sedema şer, xelkê ku ji serê Kaniyê, Efrîn û Girê Sipî derketine, wê xaniyên wan vala bikin û herkes dagere mala xwe. Her weha Eli ragihand ku dest bi xebatên teknîkî û lojîstîk yên bo valakirina xaniyan kirine.
Li ser pirsa Rûdawê peyamnêr Viyan Fettah li ser dahatûya deriyê Sêmalka pirsî û Ali got ku wê derî bikeve destê dewletê lê ji bo Kurda derî girînge û got:
“Sêmalka wê bikeve destê dewletê û weka deriyên din dê bibe fermî. Lê rewşa taybet ya derî wê li Şamê di navbera Mezlûm Abdî û rayedarên Şamê de, di hevdîtinan de bê destnîşankirin.”