PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Artukluyê otomobil û treyler li hev ketin û di encamê de 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn ku rewşa 2 birîndaran girane.
Di serê qezayê de Melek Durmuş (26) can da û di peyde Ayşenur Kutukcu (26) birin nexweşxanê û ew jî li nexweşxanê can da.
Di qezayê de cesedên kesên mirin, birin morga nexweşxana Mêrdînê ya perwerdê û lêkolînê.
Rewşa birîndaran ya M.H.S. (22) û K.C.S. (24) baş nîne lê rewşa B.Ç. (26) ji aliyê mirinê de başe û dermankirina birîndar dewam dike.