Trump: Em plana xwe ya bo Îranê ji hevalbendên Kendavê re nabêjin

Dîroka Weşanê :
Trump: Em plana xwe ya bo Îranê ji hevalbendên Kendavê re nabêjin

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, di weşana Fox Newsê de diyar kir ku ew planên xwe yên derbarê Îranê de bi hevalbendên xwe yên li herêma Kendavê re parve nakin.

Trump got: "Vegotina planê dibe ji bo wan xirab be, dibe ku hê xirabtir be jî."

Trump bal kişand ser keştiyên şer ên ku ber bi herêmê ve diçin û destnîşan kir ku heke Îran ji bo muzakereyê rûnê dê binêrin ka çi dibe, naxwe dê encamên cuda derkevin holê.

Herwiha Trump derbarê girtina hikûmetê ya ji ber pirsgirêka budçeyê de jî anî ziman ku ew hêvî dike her tişt baş bibe û Demokrat berpirsyariya xwe bînin cih.

Trump got ku ew hêvî dike Îran bi wan re lihevkirinekê bike daku destwerdanê nekin.