PeyamaKurd – Wezîra dadê yê DYAyê Pam Bondi ragihand ku wê serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û jina wî Cilia Flores li Washingtonê bê darizandin û di derbarê wan de îdîaname li New Yorkê hatiye amadekirin ku bazirganiya maddeyên hişbir dikin.
Îdîaname ji berê de li New Yorkê hatiye amadekirin ku maddeyên hişbir û çekan difroşin. Wezîra Pam Bondi di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
"Di derbarê Nicolas Maduro û jin a wî Cilia Flores de li Başûrê New Yorkê îdîaname hat amadekirin û bo wan sûc hatiye ragihandin. Nicolas Maduro bi sedema terora maddeyên hişbir, îtxalata kokakînê, parastina tivingên makîneyî û cîhaza hilweşîner ku li hemberê DYAyê bikar bîne parastiye tê tewankirin. Wê di nêz de li ser axa DYAyê, di dadgehên Amerîkayê de bi xezeba dadweriya Amerîkayê bê darizandin.”