Artêşa Îsraîlê: Du endamên Hizbullahê hatin kuştin

Dîroka Weşanê :
Artêşa Îsraîlê: Du endamên Hizbullahê hatin kuştin

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê îro Duşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan 2 endamên Hizbullahê li herêma Cemîcme ya başûrê Lubnanê kuştine. Artêşêû diyar kir ku her du endam di avakirina baregeheke leşkerî de dixebitîn.

Berdevkê artêşê Avichai Adraee bi rêya Xê got: “Artêşê doh li Cemîcme êrîş pêk anî û 2 terorîstên Hizbullahê yên ku hewl didan baregehên leşkerî ji nû ve ava bikin, tune kirin."

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî doh ragihandibû ku di encama êrîşeke asmanî ya Îsraîlê ya li ser rêya Sefed El Betîx-Cemîcmeyê de 2 welatî hatine kuştin.