Amerîkayê baregeheke xwe ji artêşa Iraqê berda û hêzên xwe veguhastin Hewlêrê

Dîroka Weşanê :
Amerîkayê baregeheke xwe ji artêşa Iraqê berda û hêzên xwe veguhastin Hewlêrê

PeyamaKurd – Hêzên Amerîkayê di operasyoneke lojîstîk a berfireh de, zêdetirî 150 kamyonên tije leşker û çekên giran ji baregeha Eyn el-Esed a li parêzgeha Enbarê derxistin. Ev karwanê mezin di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de ber bi baregeha El-Tenf a li ser sînorê Sûriyeyê û baregeha El-Herîr a li Hewlêrê ve hatin şandin. Ev gav piştî biryara radestkirina baregeha Eyn el-Esed bo artêşa Iraqê hat avêtin.

Pisporên leşkerî diyar dikin ku ev tevger ne vekişîneke temam e, lê belê "ji nû ve organîzekirina" hêzên Amerîkî ye li herêmê. DYA bi xurtkirina hebûna xwe ya li Herêma Kurdistanê û sînorên Rojavayê Kurdistanê dixwaze li ser xalên stratejîk û ewletir bimîne da ku kontrola xwe ya jeopolîtîk li ser xeta Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de biparêze.