YE Rûsyayê bi sedema sipîkirna perê reş, xist lîsta givaşê

Dîroka Weşanê :
YE Rûsyayê bi sedema sipîkirna perê reş, xist lîsta givaşê

PeyamaKurd – Nûnera Bilind ya Pêwendiyên Derve û Ewlehiya Siyasetê ya Yekîtiya Ewrûpayê Kaja Kallas ragihand:

“ YE, bi sedema talûka sipîkirina perên reş, Rûsyayê xist lîsta reş. Ev biryar wê kiryarên di rêya bankayên Rûsya de hêdî bike û maliyetan jî zêde bike.”

Kaja Kallas, piştî civîna wezîrên karên derve yên endamên Yekîtiya Ewrûpayê ku civîna xwe li Brukselê kirin, daxwuyaniya xwe di civîna çapemeniyê de da. Kallas, li ser sala 2026an raveyan kir û got:

“Hefteyên dawiyê nîşan dan ku nîzama dinyayê diguhire û ev aşkeraye. Ev îstîsna nîne û raveya sala 2025an jî ev bû û ya sala 2026an jî dê ev e. Rûsya tehdîdekî mezine. Çîn bo dema dirêj reqabeta bêhempa dike. Rojhilata Navîn daîma bi bêîstîqrariyê re rû bi rû ye. Tenê guherîna nû, meyla di navbera du peravên  Atlantîkê de ye ku bergehê diguhêre.”

Kallas got ku divê Ewrûpa xwurt bibe û ortaxiya xwe kûr bike û dewam kir:

“Peymanên di vê hefteyê de yên bi Hindistanê re hatin kirin, mînakekî başe bê wê Ewrûpa çawa xwurttir bibe.”

Kallas li ser mijara Ûkraynayê ragihand ku Rûsya welew remzî be jî, ti hewlekî nake û êrîşa ser trêna rêwiyan sûcê şer e. Êrîşen ser avahiyên bingehîn, yên ser enerjiyê, nexweşxanan, dibistanan û avahiyan sûcên şer e. Ji ber Rûsya di sehayê de nikare biser bikeve, Zivistanê dike alavekî şer. Kallas got:

“Di şer de cepha nû ya enerjiyêye. YE, bersivê bi paketa alîkariya Zivistanê ya herî mezin dide. Ev paket, ekipmanên lezgîn yên rewşa awarte, finansman û sewqiyata enerjiyê ye.”

Kallas, her weha got ku YE krediya bi 90 milyar Evroyî ya bo Ûkraynayê û li ser paketa 20em ya givaşê ya ser Rûsyayê dixebite.