PeyamaKurd – Hevserokê baregeha pêwendiyên Gel yê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hasan Muhammed Elî bo Rûdawê ragihand ku hevdîtinên HSDê û Şamê ber bi seyrekî baş de diçin, divê herêmên Kurda di erka hêzên xwecîh de bimînin û artêş nekeve van herêman.
Muhammed Ali, got ku HSD û Rêvebiriya Xweser dixwaze pirsgirêk di rêya diyalog û muzakereyan de çareser bibin. Muzakereyên bi Şamê re dimeşin, tê de xetên sor tên parastin û di mijara ewlehiyê de, Elî zelal axifî û got:
“Herêmên Kurd; Cizîre, Kobanî, Efrîn û Serê Kaniyê divê xwediyê rêvebiriya taybet bin. Artêşa Sûriyê nekeve van deveran, xelk ewlehiya xwe bi xwe biparêze. Niha tenê li ser ku wê mekanizma çawa bixebite, di navbera Şamê û HSDê de tê gotûbêj kirin. Statuya dezgeyên hene, li ser wan munaqeşe tên kirin.
Ciyên berxwedan lê dibin, xeta me ya sor e. Di muzakereyan de tê munaqeşe kirin ku wê ev deveran çawa birêve bibin. Lê esas ew e ku ev dezge di şûna xwe de bimînin û xizmeta xwe dewam bikin.”
Elî ragihand ku li ser dosyayayan li hev kirine lê hêj neketiye fermiyetê. Divê Kurd asayîşa xwe birêve bibin û bi dezgên xwe herêmê îdare bikin.
Alî got ku heya destûra fermî nê nivîsandin garantiyekî bi temamî nîne û weha dewam kir:
“Bende ne ku civînekî dinê di navbera heyeta HSDê û Şamê de bibe. Rêzdar Mazlum Abdî û Îlham Ahmed tevlî civînên berê bûbûn. Li ser masê gelek dosya hene û dosyayên hêsan nînin. Ji wan re wext lazim e. Lê dikarim bêjim piraniya gotûbêjan ber bi lihevkirinê de diçin. Di rojên pêşiya me de, ez difikirim ku wê daxwuyaniyekî fermî bidin.”