PeyamaKurd – Heyeta ku ji partiyên AKPê, MHPê û DEM Partiyê pêkdihat û her partiyekî yek endamên xwe şand Girava Îmraliyê, piştî hevdîtinê ya bi Abdullah Öcalan re, di komisyona Hevkariya Netewî, Biratî û Demokrasiyê de zebta heyetê hat xwendin.
Li gor zebtê; Öcalan gotiye ku dest ji rêbaza çekê berdaye û car din bang li temamê pêkhateyên PKKê kiriye ku çekan berdin, dewletekî cuda, daxwaza federasyonê red kiriye û behsa çareseriya siyasî kiriye.
Zebta heyetê di civîna 18em ya komîsyonê de hat xwendin. Li gor zebtê; Öcalan çi soz daye li pişt soza xwe disekine, wê di teoriyê û pratîkê de bicîh bîne û derfetên wî hene. Behsa biratiya Tirk û Kurdan kiriye û referans jî Ziya Gökalp daye. Ocalan gotiye;
-Dest ji çekan berdaye û têkoşîna siyasî diecibîne.
-Her leşkerekî kuştî bo wî trajediye.
-PKK ne tenê çekên di dest de lê di aqil de jî divê dest ji çekê berde.
-Statu bo Kurdan naxwaze,
-Bo Tirkiya bê şiddet, li pey hemlên erêniye.
-Peymana navbera HSDê û Şamê ya ji 10 xalan pêk tê bo wî esas e.
-Sosyalîzma reel ji sala 1995an û vir de terk kiriye.
-Diviya PKK di sala 1993an de bihata feshkirin lê hinek dest nehiştine ku ev yek bibe.
-Eger derfet bidinê, ew amade ye ji dewletê re xizmetê bike.
Öcalan her weha got ku fermandarê HSDê Ferhad Abdî Şahin nêzî wî ye û pê ve girêdayiye.