PeyamaKurd – Rejîma Îranê roja Sêşemê (02.12.2025) li girtîgeha Îsfahanê 5 girtî bi tohmeta “madeyên hişbir” bi dar ve kirin.
Li gorî Saziya Mafên Mirov an Hengawê, ji girtiyên ku kesên hatine bidarvekirin 2 welatiyên Herêma Kurdistanê yên bi yên navê Şemal Mihemed Reşîd û Erdelan Huseyîn Elî ne ku xizmên hev in.
Sê girtiyên din jî bi navên Şehab Muxtarî, Ebolfezl Qadirzade û Meysem Penahî ne.
Hengawê tekez kir ku medyaya fermî ya rejîmê heta niha derbarê van bidarvekirinan de tu daxuyanî nedaye.