HSD: Komên girêdayî Samê bi dronan êrîsî gundewarê Helebê kirin

Dîroka Weşanê :
HSD: Komên girêdayî Samê bi dronan êrîsî gundewarê Helebê kirin

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê bi balafirên bêmirov û çekên sekvan êrîşî herêma Dêr Hafirê ya rojhilatê Helebê kirine.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, îro, roja Înê balafireke bêmirov a van koman gundên Îmam û Um Tîna yên li bakurê Dêr Hafirê bombebaran kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heman koman bi çekên sekvan (nîşanger) xaleke derbasbûnê ya li herêmê jî hedef girtine. HSDyê da zanîn ku di encama êrîşan de ziyanên madî gihîştine mal û milkên sivîlan, lê ti ziyanên canî çênebûne.