Ahmed Şara: Di 10 mehan de li Sûriyê 28 milyar dolar veberhênan çêbû

Ahmed Şara: Di 10 mehan de li Sûriyê 28 milyar dolar veberhênan çêbû

PeyamaKurd – Serokê demkî yê Sûriyê Ahmed Şar’a tevlî konferansa Riyadê ya bi navê ‘Hewlen Veberhênana Dahatû ya 2025an’ bû û di celsa diyalogê de tevlî civînê bû. Şar’a li ser rewşa Sûriyê, hevkariyên li herêmê û li ser dahatûya Sûriyê axifî.

Şar’a, behsa hebûna girîngiya Erebistana Sa’ûdiyê ya li herêmê kir û got ku di bin serpereştiya welahd Prens Muhammed bin Selman de vizyona wê bûye ku ekonomîstên mezin yên herêmê bala xwe li serê kom kirine. Şar’a got:

“Aboriya herêmê girêdayê ewlehiya stratejik e. Sûriye yek ji lingê îstîqrara herêmê ye. Dinya, Sûriya ku tevlihev bû û çavkaniya maddeyên hişbir bû jiya. Ev rewş ji bo herêmê bû talûkeyekî mezin.”

Şar’a di dewama xaftina xwe de got ku Sûriye 14 sale hetta 60 sale ciyê krîzan, koça mirovan, koça hêza mirovan û ciyê madda hişbir yê Captagona bûye û ev rewş, ji aliyê stratejîk de talûkeyan çêkiriye û hatiye bikaranîn. Şara got ku Sûriye îro derketiye derveyê Sûriyê û di demekî kurt de laperekî nûh vekiriye û weha dewam kir:

“Di nav 10 mehan de, di serî de Erebistana Saûdiyê bi desteka gelek welatan ciyê xwe yê navdewletî girtiye. Qanûnên veberhênanên li Sûriyê di nav dinyayê de di nav yên herî baş de ye û me guhertiye. Van reforman fêkiyên xwe didin û di nav 6 mehên ewilî de bi miqdarê 28 milyar dolarî veberhênan li Sûriyê çêbû.

Derfetên veberhênanê yên li Sûriyê zêdene û ji aliyê ekonomîstên mezin yên dinyayê de tê qebûlkirin. Veberhênan her diçe zêdetir dibe.”

Şar’a ragihand ku Erebistana Saûdiyê, Qatar, Bahreyn, Urdin û Tirkiye bi hevkarên xwe re, li Sûriyê xwediyên projeyên veberhênanêne û hetta hinek şîrketên Amerîka veberhênanê û ortaxiyên herêmî girtine aliyên xwe.

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.