Serok Barzanî: “Eger destûrê tetbîq bikin, dê gelek pirsgirêk çareser bibin”
PeyamaKurd – Serokê giştî yê PDKê û hem serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî got eger qanûna esasî ya Iraqê bê bicîhanîn, wê piraniya pirsgirêkan Iraqê û Kurdistanê çareser bibin.
Barzanî di çarçova hilbijartinên Iraqê de li bajarê Duhokê bi hemwelatî û endamên PDKê re civiya. Serok Barzanî di axaftina xwe de behsa pêvajoya hilbijartinên Iraqê kir û got ku PDK daîma baweriyê bi hilbijartinê û îrada xelkê aniye û di van pêvajoyan de partiya yekem e. Barzanî got:
“Di wexta raperîna 1991an de kes li ser hilbijartinê nedifikirî, me behsa hilbijartinê kir û PDK ji hilbijartina yekê heya ya dawiyê, her carê bû yekem. PDK bi berpirsiyarî tevdigere, ji berpirsiyariyê nareve û bi eksa wê berpirsiyariya yên din jî digre ser milên xwe.
Li ser rewşa piştî hilbijartina Iraqê, Barzanî hêvî kir ku rewş baş bibe û pirsgirêkên hene şareser bibin. Serok Barzanî ji bo berxwedana Kurdistanê ya li hemberê ku Bexda mehaneyan neşand, sipasiya Kurdistaniyan kir û got ev kiryar nîşan dide ku Kurd ti carê, li ber ti kesî serî nadeyne.
Barzanî di axaftina xwe de behsa girîngiya destûrê kir û got eger destûr bê bicîhanîn, wê gelek pirsgirêk çareser bibin û her hilbijartin jî xwediyê giringiyêye û pêwiste vê carê hêza PDKê û mezinahiya wê nîşanî herkesî bidin.
Serok Barzanî her weha behsa xizmetên parastin û pêşdebirina Kurdistanê kir. Ragihand ku îmar, perwerde, tenduristî, xizmet, ewlehî, îstîqrar, aborî û projeyên bingehîn ji aliyê PDKê de hatine kirin û van kiriyan bi hêsanî bidest nexistine.
Barzanî behsa avakirina hukumeta 10em ya Herêma Kurdistanê kir û got ku hevdîtinên di navbera PDKê û YNKê de dewam dikin û xwest ku di wextekî kurt de hukumetê ava bikin.
Serok Barzanî behsa parastina çavkaniyên avê û girîngiya avakirina bendavan kir û got wê di pêşde xebatên di vê sehayê de hatine kirin, wê di nav zeman de bên fêmkirin.
Jiyana bi hev re ya pêkhateyên Kurdistane mijareka girîng ya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bû ku li serê rawestiya. Got ku ew bi vê çandê serbilindin û divê pêşdetir bibin.
Serok Barzanî bang kir ku kampanya hilbijartina 6em ya parlementoya Iraqê, bila di nav aramiyê de û ji şiddetê dûr derbas bibe.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.