Aliyên Filistînî ji bo rêveberiya Xezeyê li ser hikûmeteke teknokrat li hev kir
PeyamaKurd – Komên sereke yên filistînî, di nav de tevgerên Hemas û Fetih, piştî danûstandinên li paytexta Misrê Qahîreyê, ragihandin ku wan li ser avakirina hikûmeteke teknokrat a demkî ji bo rêveberiya Xezeyê ya piştî şer li hev kiriye. Ev pêngav weke gaveke giring di dîroka siyasî ya Filistînê de tê dîtin.
Li gorî daxuyaniyeke hevbeş a ku piştî civînê hat weşandin, hatiye eşkerekirin ku rêveberiya Xezeyê dê ji bo "komîteyeke demkî ya teknokratên serbixwe yên Filistînî" were veguhestin. Erka sereke ya vê komîteyê dê ew be ku bi hevkariya welatên Ereb û saziyên navneteweyî, xizmetguzariyên bingehîn ji bo xelkê herêmê peyda bike û jiyana sivîlan ji nû ve bi rêxistin bike.
Peyman her wiha banga danîna "stratejiyeke hevpar" dike ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî û ji nû ve avakirina Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF), ku ev yek weke gaveke giring ber bi yekrêziya siyasî ya Filistîniyan ve tê dîtin.
Çavkaniyan diyar kir ku di heman civînan de, nûnerên Hemas û Fetihê derbarê qonaxa duyemîn a plana agirbestê ya bi navbeynkariya Misrê û piştevaniya Amerîkayê jî gotûbêj kirine. Her wiha, aliyan tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina eniya navxweyî û avakirina helwêsteke hevpar a li dijî polîtîkayên hikûmeta Îsraîlê kirine.
Beşdarên civînê ne tenê Hemas û Fetih bûn, lê her wiha Cîhada Îslamî, Eniya Demokratîk ji bo Rizgariya Filistînê û Eniya Gel ji bo Rizgariya Filistînê jî amade bûn, ku ev yek giraniya lihevkirinê zêdetir dike.
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.