Amerîka bi dronan çavdêriya agirbesta li Xezeyê dike

Amerîka bi dronan çavdêriya agirbesta li Xezeyê dike

PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo çavdêrîkirina agirbesta li Zîvala Xezeyê û misogerkirina pabendbûna aliyan, dest bi bikaranîna firokeyên bêfirokevan (dron) kiriye. Li gorî berpirsên leşkerî yên Amerîkî û Îsraîlî, ev operasyon bi erêkirina tam a Îsraîlê tê meşandin.

Armanca sereke ya van mîsyonên çavdêriyê, piştgirîkirina navenda hevrêziya sivîl-leşkerî ya nû ye ku hefteya borî ji aliyê DYAyê ve li başûrê Tel Avîvê hatiye damezrandin. Ev navend ji bo şopandina agirbestê û birêvebirina belavkirina alîkariyên mirovî kar dike. Her çend Amerîkayê berê jî ji bo dîtina rehîneyan dron li ser Xezeyê firandibin jî, mîsyonên nû nîşan didin ku Washington dixwaze bi awayekî serbixwe rewşa li ser erdê fêm bike.

Ev pêngava Amerîkayê di nav hin dîplomatên berê de bûye sedema pirs û nîgeraniyan. Balyozê berê yê Amerîkayê li Îsraîlê, Daniel B. Shapiro, diyar kir: "Eger di navbera Îsraîl û Amerîkayê de bawerî û şefafiyeteke tam hebûya, pêwîstiya bi vî rengî çavdêriyê tunebûya." Li gorî wî, ev yek nîşan dide ku Amerîka dixwaze her agahiyekê bi çavê xwe bibîne û rê li ber şîroveyên şaş bigire.

Ev geşedan di demekê de tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump zextê li Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû dike da ku bi plana aştiyê ya ji bo Xezeyê ve pabend bimîne. Tê zanîn ku di qonaxên destpêkê yên şer de, Amerîkayê ji bo peydakirina agahiyan derbarê rehîneyan de dronên ji cureya MQ-9 Reaper bi kar anîbû û zanyarî bi Îsraîlê re parve kiribûn.

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.