Şêxekî Şie: Budceya me 10 qatî ya Kurdistanê ye, lê pereyê me çûne ku?

Şêxekî Şie: Budceya me 10 qatî ya Kurdistanê ye, lê pereyê me çûne ku?

PeyamaKurd – Şêx Bilal Malikî, yek ji kesayetiyên diyare ê eşîra Benî Malik, di daxuyaniyekê de rewşa Herêma Kurdistanê û parêzgehên din ên Iraqê danî ber hev û rexneyên tund li rêveberiya Iraqê girtin.

Malikî di axaftina xwe de pirsî: "Em her dem behsa Herêma Kurdistanê dikin, gelo çima Herêma Kurdistanê ewqas ava bûye?" Wî bersiva vê pirsê jî da û got: "Ji ber ku li wir hikûmet, sazî û rêveberên rast hene, û Mesûd Barzanî li wir e."

Şêx Malikî bal kişand ser cudahiya mezin a di navbera budceyan de û wiha got: "Eger em budceya ku ji bo parêzgehên naverast û başûrê Iraqê û Enbarê hatiye terxankirin, bi bûdceya Herêma Kurdistanê re bidin ber hev, em ê bibînin ku budceya me deh qatî ya wan e. Lê pirs ev e, ew pere çûn ku derê?"

Di dawiya axaftina xwe de, Malikî bi awayekî tund nerazîbûna xwe anî ziman û pirsî: "Ev çi wateyê dide ku li Herêma Kurdistanê 24 saetan elektrîk heye û avadanî pêk hatiye, lê pereyên me winda ne û nayê zanîn li ku tên xerckirin? Hemû parêzgehên me di nava karesat û tengasiyan de ne."

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.