Amerîka amadekariya avakirina baregeha asmanî li Samê dike

Amerîka amadekariya avakirina baregeha asmanî li Samê dike

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Amerîka amedekariyan ji bo avakirina baregeheke asmanî li Şam a paytexta Sûriyê dike.

Li gorî nûçeya Reutersê ku bi zarê çavkaniyeke ewlekariyê ya Amerîkî belav kiriye, Washington aamadekariyan ji bo avakirina baregeheke leşkerî ya asmanî li Şamê dike.

Hatiye diyarkirin ku armanca Amerîka ji vê gavê çavdêriya rêkeftina ewlehî ya çaverêkirî di navbera Sûriyê û Îsraîlê de ye.

Ruetersê daye zanîn ku ew bingeh li Başûrê Şamê dê were avakirin û wê di çarçoveya herêmeke bêçek a Başûrê Sûriyê de be.

Heta niha rayedarên Sûriye û Amerîkayê ev yek piştrast nekirine. Lê belê tê çaverêkirin di hevdîtina Ehmed Şera û Donald Trump a Washingtonê de mijara sereke rêkeftina navbera Îsraîl û Sûriyê be.

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.