Amerîkayê derbarê hêza ewlekariyê ya Xezeyê de garantî da Îsraîlê

Amerîkayê derbarê hêza ewlekariyê ya Xezeyê de garantî da Îsraîlê

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, ji bo kêmkirina fikarên Îsraîlê yên derbarê hêza ewlehiyê ya navneteweyî ku biryar e li Zîvalaya Xezeyê were damezrandin, daxuyaniyên giring dan.

Rubio tekez kir ku welatên ku dê beşdarî vê hêzê bibin "dê ji aliyê Îsraîlê ve werin pejirandin" û destnîşan kir ku ji plana Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo Xezeyê pê ve, tu alternatîfeke din tune ye.

Rubio ev şirove di dema serdana xwe ya li Navenda Hevrêziya Xezeyê ya Amerîka-Îsraîlê de li bajarê Kiryat Gatê ya li başûrê Îsraîlê kir. Wî got, "Washington bi awayekî cidî dixebite da ku serkeftina vê planê misoger bike."

Di heman demê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku dîplomatê payebilind Steve Fagin dê tev li General Patrick Franke bibe, yê ku weke berpirsiyarê leşkerî ji bo çavdêriya pêkanîna agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de hatiye destnîşankirin. Ev yek weke xurtkirina rola aktîf a Amerîkayê di warê ewlehiyê de tê dîtin.

Ev geşedan piştî civîna komên Filistînî yên li Qahîreyê pêk hat, ku tê de li ser pêşeroja Filistînê û qonaxa duyemîn a plana agirbestê nîqaş hatibûn kirin. Li gorî raporan, aliyên Filistînî li hev kiriye ku "rêveberiya Zîvala Xezeyê radestî komîteyeke demkî ya Filistînî bikin ku ji teknokratên serbixwe pêk tê." Her wiha, biryar hatiye dayîn ku komîteyeke navneteweyî ji bo çavdêriya fînansekirin û pêkanîna ji nû ve avakirina Xezeyê were damezrandin. Armanca van gavan ew e ku bingehek ji bo diyalogeke neteweyî ya berfireh û vegerandina yekîtiya Filistîniyan were amadekirin.

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.