Amerîkayê welatiyên xwe derbarê serdana Îranê de hişyar kir

Amerîkayê welatiyên xwe derbarê serdana Îranê de hişyar kir

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê ji welatiyên xwe xwest ku planên xwe yên serdana Îranê ji nû ve binirxînin.

Di posteke bi zimanê Farisî de îro ji hesabê fermî yê X ê wezaretê, welatiyên Amerîkî hatin hişyarkirin ku planên xwe yên sefera bo Îranê ji nû ve binirxînin.

Di postê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku Îran ji şerê bi Îsraîlê ve di rewşek fikar û tirsê de ye û hat gotin, "Em dubare dikin: Divê welatiyên Amerîkî seyaheta Îranê nekin!"

Di postê de welatiyên ku difikirin sefer bikin hatine şîretkirin ku berî ku biryar bidin, malpera fermî ya şêwirmendiya ewlehiyê ji bo nûvekirin û agahdariyên ewlehiyê yên herî dawî kontrol bikin.

Amerîkayê Îran xistiye lîsteya "Kategoriya 4ê" a xwe, ku ev hişyariya asta herî bilind e ku ji hêla rayedarên Amerîkî ve di derbarê sefera ber bi welatên xeternak ve tê dayîn. 

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.