Serokwezîrê Hindistanê Mori Pakistanê bi fuzeyên BrahMosê tehdîd kir

PeyamaKurd – Gengeşa navbera Hindistanê û Pakistanê car din geş dibe. Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi fuzeyên ku Hindistan hildiberîna wan dike, bibîr xist û got:
“Eger Pakistan gavekî şaş bavêje, wê fuzeyên BrahMos terorîstan ji ortê rake.”
Li gor xebera Hindustan Timesê, serokwezîr Modi li eyaleta Uttar Pradeşê li bajarê Varanasi di mîtîngê de axifî. Modi got ku şiyana artêşa Hindistanê ya bergiriyê zêde bûye û dinya di wexta operasyona Sindoor de, hêza çekên Hindistanê, bandora sîstemên hewayî û İHAyan dît.
Modi got ku fuza BrahMosê li ser dijminê Hindistanê tirsê hiştiye, gelek şîrketên sanayiya bergiriyê li eyaleta Uttar Pradeşê tesîsên hilberînê danîne û di rêya wan de hilberîna xwecîh bûye hêza bingehîn ya artêşê.
Fuzeyên BrahMosê ji aliyê Dezga Berevaniya Hindistanê ya pêşdebirin û lêkolînê (DRDO) de û dezga Rûsyayê ya NPO Mashinostroyenia de tê hilberîn.
Dikarin fuzeyê ji hewa, bejayiyê û deryayê de bavêjin û menzîla wê 400 km ye.
Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.




