Barrack: Rexne ji bo Sûriyê li Îsraîlê kir

Barrack: Rexne ji bo Sûriyê li Îsraîlê kir

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê û Balyozê li Enqerê Tom Barrack di civîna çapemeniyê ya li Wezareta Derve ya Amerîkayê de, di bersiva pirsên çapemeniyê de nirxandinên girîng derbarê Sûriyê de kirin.

Barrack diyar kir ku polîtîkayên Îsraîlê yên li ser Sûriyê pêvajoya herêmî tevlihev dike. Wî tekez kir ku Tirkiye roleke girîng di misogerkirina ewlehî û aramiya li Sûriyê de dilîze. Wî herwiha diyar kir ku nêzîkî 10 milyon Sûrî dixwazin vegerin welatê xwe.

Barrack tekez kir ku Amerîka dixwaze aramiya li Sûriyê misoger bike û ji bo vê yekê hem bi hikûmeta Sûriyê û hem jî bi welatên cîran, bi taybetî bi Tirkiyeyê re, hevkariyê dike.

Dema ku ji balyozê Amerîkayê li ser rola Îsraîlê di rewşa Sûriyê de hat pirsîn, wî got, "Ev yek meseleyan tevlihev dike." Barrack got, "Îsraîl ne êrîşkar e, lê ew pêvajoyên ku ew dimeşînin hêsan nake. Ji ber ku têgihîştineke me ya hevbeş a li ser Sûriyê tune ye."

Barrack diyar kir ku Îsraîl dixwaze gefên di navbera xwe û Îranê de kêm bike û got, "Îsraîl ji sînorên xwe pir hesas e. Ji aliyê din ve, Sûriye şer bi Îsraîlê re naxwaze. Îsraîl dixwaze bilindahiyên Golanê heta sînorê Îranê berfireh bike û armanc dike ku di navbera xwe û Îranê de herêmeke paqij ji hevkarên pêbawer pêk were."

Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.