Artêsa Îsraîlê cardin kete basûrê Sûriyeyê û bendeke kontrolê danî

Artêsa Îsraîlê cardin kete basûrê Sûriyeyê û bendeke kontrolê danî

PeyamaKurd- Hêzeke Îsraîlê bi 6 wesayîtan kete gundê Ofanya yê Quneytîrayê û di navbera gundên Semdaniye û Xan Ernebeyê de jî bendeke kontrolê danî.

Hate ragihandin ku îro danê sibehê yekîneyeke hêzên Îsraîlê bi 6 wesayîtên leşkerî kete herêma Hefayîrê û ber bi gundê Ofanyayê yê bakurê Quneytîrayê ve bi rê ket.

Yekîneyeke din jî tevî 4 wesayîtan bendeke kontrolê di navbera gundên Semdaniya Rojhilat û Xan Ernebeyê de danî.

Çavdêriya Mafên Mirovan  a Sûriyeyê (SOHR) jî doh 8ê Mijdarê ragihandibû ku dewriyekeke hêzên Îsraîlê ji gundê Mişêrfê heya gundê Ecrefê geriya û piştre bendeke kontrolê ava kir.

Hêjayî gotinê ye, hikumeta veguhêz  a Sûriyeyê derbarê tevgerên hêzên Îsraîlê ku li ser sînorê başûrê rojavayê welat zêde bûne de ti helwest nîşan nedaye.

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.