Bîst û yek dîplomatên ku ji rejîma Esed reviyabûn, vegerandin ser karên wan

Bîst û yek dîplomatên ku ji rejîma Esed reviyabûn, vegerandin ser karên wan

PeyamaKurd – Fermanek ku ji aliyê Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî ve hatiye îmzekirin, 21 dîplomatên ku ji rejîma hilweşiyayî reviyabûn, vegerandin ser karên wan.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA, Wezîrê Derve Esed Şeybanî li baregeha Wezaretê ya li Şamê pêşwazî li dîplomatên ku li dijî rejîma hilweşiyayî bûn û ji postên xwe îstifa kirin kir.

Wezîr Şeybanî fermana vegerandina 21 dîplomatên opozîsyonê îmze kir û girîngiya vê gavê ji bo vegerandina jêhatîbûna neteweyî tekez kir.

Şeybanî, helwest û hewldanên dîplomatan di eşkerekirina sûcên rejîma Esed de pesnê wan da û hevgirtina wan bi gelê Sûriyeyê re û piştgiriya wan ji bo doza wan a dadmend pîroz kir.

Şeybanî tekez kir ku siyaseta nû ya Sûriyeyê li ser bingeha kiryaran e, ne li ser bingeha gotinan û diyar kir ku hikûmeta nû ji destpêkê ve bi gavên domdar û bi biryardarî sozên xwe bi cîh tîne.

Şeybanî got ku hemû Sûrî dixwazin dewletekê ava bikin ku ew tê de xwe ewle û aîdê xwe bibînin.

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.