Bahçelî berdana Demirtas xwest, Bakirhan spasiya wî kir

Bahçelî berdana Demirtas xwest, Bakirhan spasiya wî kir

PeyamaKurd- Piştî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DDME) îtiraza Tirkiyeyê ya li ser bicih nekirina berdana Selahattin Demirtaş red kir, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçelî xwest ku Demirtaş were berdan.

Bahçelî îro 4ê Mijdarê piştî gotara xwe ya li parlametoyê li ser pirsa rojnamevanan got, “Qonaxa hiqûqî bidawî bûye. Berdana Demîrtaş dê bibe wesîleya xêrê ji bo Tirkiyeyê.”

Piştî van daxuyaniyên Bahçelî, Hevserokê Partiya Aştî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî spasiya Bahçelî kir û xwest demildest Demirtaş û hevalên wî yên bi hinceta Doza Kobaniyê 9 sal in girtî ne werin berdan.

Li aliyê din, parêzerên Selahattîn Demîrtaş, ji bo berdana wî serlêdan kirin û tê çaverêkirin di demeke nêzîk de biryar were dayîn.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.