Cîgirê berê yê Girtîgeha Sednayayê hat girtin

Cîgirê berê yê Girtîgeha Sednayayê hat girtin

PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Tartusê dibêjin ku Albay Sair Husên, cîgirê rêveberê Girtîgeha Sednayayê, girtine.

Li gorî daxuyaniyek li ser hesabê Telegramê yê Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê, Sair Husên di operasyonekê de piştî kontrolên ewlehiyê yên berfireh dema ku li deverek dûr a gundewarê Tartusê xwe vedişart, hatiye girtin.

Hat ragihandin ku piştî ku Sair Husên hat girtin, ji bo pêvajoyên qanûnî ew ji rayedarên pêwendîdar re hatiye şandin.

Sednaya wekî yek ji zindanên herî tirsnak ên rejîma berê ya Esed tê zanîn, ku girtî lê îşkence lê dihatin kirin, dihatin kuştin û gelek binpêkirin li dijî girtiyên Sûriyeyê dihatin kirin.

Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.