Hevseroka şaredariya Silopiya Jiyan Ormanlı şandin heyeta dîsîplînê ya DEM Partiyê

PeyamaKurd – Hevseroka şaredariya navça Silopiya ya DEM Partiyê Jiyan Ormanlı ji bo wê ji partiyê bavêjin, ew şandin heyeta dîsîplînê ya DEM Partiyê. Li ser mijarê DEM Partî bi nivîskî ragihandina xwe kir û got:
“Jiyan Ormanlı li hemberê sîstema hevserokatiyê tewrê xwe pêş dixe, baweriya hevpariyê qebûl nake, biryarên partiyê nasnake û nabe bersiva bendeyên xelkê yên di derbarê şaredariyê de. Hinek tevgerên wê li dijî siyaseta DEM Partiyê ya di derbarê rêvebirina xwecih de ne.
Jiyan Ormanlı; di dema ku hevserokatiya şaredariya Silopiya dikir de, li hembere hevkariya hevserokiyê tewrê xwe pêş xistiye, di şûna çanda hevpar de têgihiştina wê ya ezîtiyê heye, biryarên partiyê nasnake,…û me wê sewqê heyeta dîsîplînê ya partiyê kiriye ku wê ji endamtiya partiyê derxin.”
Di dawiya daxwuyaniyê de hat gotin her çi pêşdeçûn di derbarê pêvajoya biryara heyeta dîsîlînê de bibe, wê raya giştî jê agahdar bikin.
Jiyan Ormanlı, di sala 1990an de li Silopiyê hatiye dinyayê xwendina xwe heya navendî li navça xwe xwendiye û zankoyê li Diyarbekirê li beşa Hûqûqê xwendiye an ku parêzere. Di İHDê de xebitiye û bi fermî %62 dengan sitendiye û bûye şaredara navça Silopiya bi ser bajarê Şirnexê.
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.




