Li Amerîkayê agir bi depoyeke mezin a fîşekan ket

Li Amerîkayê agir bi depoyeke mezin a fîşekan ket

PeyamaKurd- Li eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê, di dema şewatekê de li depoyeke fîşekên hewayî teqînek çêbû û agir û duxan ji wê embara fîşekan bilind.

Li Kalîforniyayê li depoyeke fîşekên hewayî şewat derket. Gelek tîmên agirkujiyê bo cihê teqînê hatin veguhestin.

Niştecihên derdorê ji bo herêmên ewle hatin tehliyekirin. Di daxuyaniya agirkujiyê de hat gotin ku alavên di depoyê de belav bûne û hin cihên kar bi temamî şewitîne.

Daîreya Daristanî û Parastina Agir a Kalîforniyayê (CAL FIRE) ragihand ku alavên belavbûyî 78 donim erd kirine xwelî. Derbarê windahiyên canî yên di teqîn û şewatê de tu daxuyanî nehat dayîn.

Ev nivîs 130 car hatiye xwendin.