DYA givaşê danî ser serokê Kolombiyayê ser Petro

DYA givaşê danî ser serokê Kolombiyayê ser Petro

PeyamaKurd – Amerîka serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro, malbata wî û wezîrê kar û barên navxwe Armando Benedetti xist nava lîsta givaşê an ku dorpêçan. Wezareta xezînê ya DYAyê ragihand ku ew kes destekê dide qaçaxçiyên maddeyên hişbir û bi givaşên mezin re rû bi rû bimînin.

Wezareta xezîna Amerîkayê di daxwuyaniya xwe de got ku serokê Kolombiyayê Petro, jina wî Veronica del Socorro Alcocer Garcia, kurê wî Nicolas Petro û wezîrê karên hundir Armando Benedetti xistine lîsta destnîşankirî û wê givaşan deynin ser wan. Wezîrê Amerîkayê Scott Bessent got:

“Piştî Petro bû serokkomar, hilberîna kokaîna li Kolombiyayê di deh salên dawiyê de gihaye asta herî bilind, Petro îznê da kartelên maddeyên hişbir û astengkirina bazirganiya wan red kir.

Serok Trump ji bo milletê me biparêze, wê rê nede karê qaçax yê maddeyên hişbir û ji bo wê gavên girîn davêje.”

Berê Trump ji bo serokê Kolombiyayê Petro gotibû:

“Ew eşqiyayê û mirovekî xerab e. Hilberîna maddeyên hişbir zêde dike.”

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.