DYAyê li ser "agirbesta Xezzeyê" daxuyanî da!
PeyamaKurd - Piştî daxuyaniya Îsraîlê ku ew ê êrîşeke nû li ser Xezzeyê bike, Cîgirê Serokê DYAyê J.D. Vance îdia kir ku berdewamiya agirbestê nayê wê wateyê ku hin pevçûn çênabin.
Piştî hevdîtinekê bi senatorên Komarî re li Kongreyê, Vance pirsên çapemeniyê yên li ser bûyerên heyî bersivandin.
Vance destnîşan kir ku Hamas û Îsraîl hevdu bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin û got, "Agirbest di meriyetê de dimîne. Ev nayê wê wateyê ku hin pevçûn li wir çênabin."
Cîgirê Serokê DYAyê got, "Em dizanin ku Hamas an kesekî din li Xezzeyê êrîşî leşkerên (Îsraîlî) dike. Em hêvî dikin ku Îsraîlî bersivê bidin, lê ez bawer dikim ku aştî wê tevî vê yekê jî berdewam bike."
Hat ragihandin ku di êrîşên ku artêşa Îsraîlê li deverên cuda yên Xezzeyê bi binpêkirina agirbestê pêk anîn de neh Filistînî hatine kuştin.