Serokwezîr Barzanî talîmatên ji bo cihbicîkirina projeyek nû li Koyeyê da

Serokwezîr Barzanî talîmatên ji bo cihbicîkirina projeyek nû li Koyeyê da

PeyamaKurd - Li ser talîmatên Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li Koyeyê sîloyek bi kapasîteya hilanîna genim a 40 tonî wê were çêkirin.

Newzad Şêx Kamil, Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê li Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê, roja Çarşemê 29ê Cotmeha 2025an ji bo K24ê daxuyaniyên taybet da.

Kamil diyar kir ku li ser talîmatên Serokwezîr sîloyek modern û mezin dê li Koyeyê were çêkirin û ev sîlo wê xizmeta cotkarên li Koye û derdora wê bike.

Li gorî daxuyaniya Newzad Şêx Kamil, ev sîlo, ku wê li ser qadeke 25 donimî were çêkirin, wê kapasîteya hilanîna genim a 40,000 tonî hebe.

Ev tenê yek ji projeyên stratejîk e ku Serokwezîr ji bo Koyeyê amade kiriye, ku wê di demek nêzîk de bikeve qonaxek nû.

Ev nivîs 17 car hatiye xwendin.