Erdoğan û Keir Starmer li Ankara peymana balafirên Eurofighteran îmza kirin

Erdoğan û Keir Starmer li Ankara peymana balafirên Eurofighteran îmza kirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Starmer di seredana xwe ya Anklara de bi serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re peymana balafirên Eurofighteran îmza kir. Li ser erêkirina Almanya wê Tirkiyê ji Qatarê 12, ji Ummanê 12 û ji Îngîltere 20 bi temamî 44 balafirên Eurofighter Typhoon bikire.

Serokê Tirkiyê Erdoğan di seredana serokwezîrê Îngîltere Keir Starmer ya Ankara de, bi merasimekî fermî pêşwaziya Keir Starmer kir. Suwariyên hespan yên Koşka serokkomariya Tirkiyê li ber derê Koşkê pêşwaziya ereba Starmer kirin û heya ber deriyê protokola koşkê pê re meşiyan.

Piştî hevdîtina her dû lîderan ya xwe bi xwe, di navbera heyetan de hevdîtin hatin kirin. Paşî har gotin ku di navbera heyetan de lihev kirin temam bûye û Erdoğan û Starmer li ber çapemniyê peymanê îmza kirin.

Li ser peymanê Erdoğan got ku wê hecma bazirganiya xwe bi Îngîltere re derxin asta 30 milyar dolarî û paşî derxin 40 milyar dolarî.

Balafirên Eurofighter Typhoon di nav balafirên Ewrûpa de yên herî pêşkeftiye û ji aliyê Almanya, Îtalya, Îngîltere û Îspanya de tê hilberîn. Hilberîna balafiran di salên 90an de hatibû destpêkirin. Balafir ji aliyê Almanya, İngiltere, İtalya, İspanya, Saûdi Arabistan, Kuweyt, Qatar, Avusturya de tên bikaranîn.

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.