Trump, bi împaratorê Japaonya bi Naruhito re hevdîtin kir

Trump, bi împaratorê Japaonya bi Naruhito re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump, di wexta gera xwe ya Japonya de bi împaratorê Japonya bi Naruhito re hevdîtn kir û di civînê de behsa têkiliyên her dû welatan û yên kureyî kirin. Civîna Trump ya bi împarator Naruhito re, ket berya hevdîtina bi serokwezîra Japaonyayê bi Takaiçi Sanae re.

Li gor ragihandina ajansa Kyodo; hevdîtina Trump ya bi Naruhito re li koşka împaratoriyeta Japonyayê ya Tokyoyê hat kirin. Hevdîtin li dora nîv seetî dewam kir.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku di seredanê de Naruhito ji Trump re gotiye:

“Ez hêvî dikim ku bi vê zayaretê têkiliyên dostane yên navbera Amerîka û Japonyayê bêhitr xwurt bibin. Şer û dijberiyên di dinyayê de didomin, me xemgîn dike.”

Trump jî daxwaz kiriye ku di dewra nû ya serokwezîrtiya Takaiçi de, têkiliyan bêhtir pêşde bibe. We Trump sibê bi serokwezîra Japonyayê re bicive.

Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.