Fransa ji Lubnanê daxwaz dike ku sê generalên Esed ji ber sûcên ser bigire

Fransa ji Lubnanê daxwaz dike ku sê generalên Esed ji ber sûcên ser bigire

PeyamaKurd – Fransayê bi fermî daxwaz ji Lubnanê kir ku sê generalên payebilind ên berê yên rejîma Serokê Sûriyê yê hilweşiyayî, Beşar Esed bibîne, bigire û radestî rayedarên Fransî bike. Ev daxwaz li ser bingeha tawanên sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê tê kirin, ji ber ku bûne sedema mirina welatiyên Fransî.

Li gorî çavkaniyeke dadwerî ya Lubnanî ya payebilind ên ku ji ajansa nûçeyan a Esharq El-Ewsat re axivî, Serdozger Dadwer Cemal Hejar telegramek fermî ji dadweriya Fransî wergirtiye. Kesên ku daxwaza girtin û lêpirsîna wan tê kirin ev in:

General Major Cemîl Hesen: Serokê Rêveberiya Îstîxbarata Hêza Hewayî ya dema Esed, General Major Elî Memlûk: Rêveberê Buroya Ewlekariya Neteweyî ya dema Esed, General Major Ebdul Selam Mehmûd: Serokê Şaxa Lêpirsînê ya Rêveberiya Îstîxbarata Hêza Hewayî ya berê.

Armanc ew e ku ev kes ger li Lubnanê werin dîtin, werin lêpirsînkirin û radestî Parîsê bên kirin.

Çavkaniyê destnîşan kir ku daxwaznameya Fransayê agahiyên giring ên pêvek jî dihewîne. Di nav van de hejmarên telefonên Lubnanî hene ku bi rêkûpêk bi kesên daxwazkirî re têkilî datînin. Ev rastî bi riya çavdêriya ragihandinê ya ku ji aliyê rayedarên Fransî ve li ser kesayetên rejîma Esed hatiye kirin, hate piştrastkirin.

Tê payîn ku ev daxwaznameya dadwerî bi cidî ji aliyê Lubnanê ve were şopandin. Çavkaniya dadwerî tekez kir ku ev mijar "dê di dilê şopandin û lêpirsînên ku ji hêla Şaxa Agahdariyê ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ve werin kirin be."

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.