Hemasê li beramber cenazeyekî Îsraîlî daxwaza azadkirina 150 endamên xwe yên asêmayî kir
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Hemasê li beramberî radestkirina cenazeyê leşkerê Îsraîlî Hadar Goldin, dawaza derxistina 150 çekdarên xwe yên di tunelên Refahê de asê mane, kir.
Çavkaniyên Îsraîlê îro ragihandin ku Hemasê beramberî radestkirina cenazeyê leşkerê Îsraîlî Hadar Goldin ê ku ji sala 2014’an ve di destê wê de ye, daxwaz kir ku 150 çekdarên Hemasê yên di tunelên Refahê de asê man, werin azadkirin.
Kanala 12 a Îsraîlê diyar kir, artêş texmîn dike cenazeyê ku li Refahê hatiye dîtin yê serbaz Goldin e.
Çavkaniyeke ewlehiyê ji kanalê re daye zanîn ku niha bi Hemasê re ti peyman tune ye û diyar kir ku tenê du vebijêrk: an teslîm bibin an bimirin li pêşiya wan çekdaran hene.
Îsraîlê destûr daye hin karmendên Hemasê û Xaça Sor ku li deverên di bin kontrola Îsraîlê de li Xezayê lêgerînê bikin, da ku rewşa kesên asê mane binirxînin û agahiyan berhev bikin.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.