Keştiya sondajê li Kendava Suweyşê noqî avê bû: 3 kes mirin, 21 kes winda ne

PeyamaKurd – Li Kendava Suweyşê ya li rojhilatê Misrê, keştiyek sondajê ya bi navê "Adam Marine 12" noqî avê bû. Di bûyerê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da, 6 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna 21 kesên winda berdewam dike.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Misrê, keştî, ku girêdayî Şirketa Petrolê ya Offshore Shukheir (OSOCO) ye, li herêma Cebel Zeit bin av bû.
Nûçegihanên herêmî ragihand ku keştî dema ber bi qadeke nû ya xebatê ya nêzî platforma Eşrefiyê ve diçû, noqî avê bû.
Rayedarên Misrê û şiretên peywendîdar bi hemahengî xebatên rizgarkirinê û lêgerînê dimeşînin. Heta niha agahiyên zêde derbarê sedema bûyerê de nehatine parvekirin, lê tedbîrên pêwîst ji bo zelalkirina rewşê têne girtin.
Ev nivîs 123 car hatiye xwendin.





