Li Mûsilê sefera balafiran ya navxweyî destpêkir

Li Mûsilê sefera balafiran ya navxweyî destpêkir

PeyamaKurd – Parêzgerê bajarê Mûsilê ragihand ku li balafirgeha Mûsilê seferên navxweyî yên balafiran destpêkiriye. Parêzger ragihand ku seferên balafiran bo geşepêdana Mûsilê û derdora wê defetekî mezine.

Parêzgerê Mûsilê Abdulkadir Dahil, bi ajansa xeberan ya Iraqê (INA) ragihand ku:

"Balafira aîdê rêyên hewayî ya Iraqê, cara yekeme ku balafirekî xwe danî balafirgeha Mûsilê. Em plan dikin ku ji Mûsilê bo her bajarên Iraqê û hinek welatên dinyayê dest bi seferan bikin.”

Balafirgeh di sala 2014an de ji ber ketibû ber êrîşên DEAŞê hatibû girtin.

Ev nivîs 17 car hatiye xwendin.