Navça Foça ya Îzmîrê li ber lehiyê çû

Navça Foça ya Îzmîrê li ber lehiyê çû

PeyamaKurd – Barana zêde kir ku li navça Foça ya Îzmîrê lehî rabe. Di rabûna lehiyê de kesê bi navê Bülent Kaptanoğlu (70) bi ereba xwe ve di bin avê de ma. Ereba wî hat dîtin lê niha lê digerin bê çi bi serê wî hat.

Li navça Foçayê serê m2 yê 120 kîlo baran bariya û li taxên Mustafa Kemal Atatürk, Fevzi Çakmak û Cumhuriyetê gelek xanî û kargeh di bin avê de man.5 kesên asê mabûn ji aliyê tîmên pênwedîdar de hatin rizgarkirin.

Dezgeya AFADê bi 587 xebatkarên xwe û 265 alavên xwe ve xebata xwe dewam dikin. Ji rêvebiriyên bajarên Manîsa û Muğlayê yên AFADê tîmên lêgerîna binê avê hatin wezîfedarkirin da li kesên wendayî bigerin.

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.