Pizîşkîyan: Petrol û gaza me heye lê em birçî ne

PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkîyan got ku petrol û gaza sirûştî bi serê xwe ji bo pêşketinê ne bes in û got, "Petrol û gaza Tirkiyeyê nîne. Ya Japonya û Kore jî nîne. Ew petrolê dikirin lê standarda jiyana wan ji ya baştire.”
Serokomarê Îranê got: “Petrol û gaza me heye lê em birçî ne, em di nava tengasiyê de ne. Pirsgirêk li cem me ye."
Herwiha Pizîşkîyan diyar kir ku pêwîst e girêdana aboriya Îranê ya bi petrolê ve were kêmkirin û destnîşan kir, "Li vî welatî heta îro me rêveberî kir û pere qezenc kir. Kêmasî û têrnebûna xwe me bi firotina benzîn, petrol û gazê telafî kir."
Pezeşkîyan pirsî, "Çawa dibe ku em hem petrol û gazê difiroşin, hem jî gelê me zehmetiya debara jiyanê dikşîne? Sûc li cem me ye."
Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.





