Qralê Brîtanyayê û Papa piştî 491 salan cara yekem bihevre dua kirin

Qralê Brîtanyayê û Papa piştî 491 salan cara yekem bihevre dua kirin

PeyamaKurd- Di têkiliyên di navbera Dêra Katolîk û Dêra Brîtanî de rûpeleke nû vebû. Qralê Brîtanyayê Charles û Papa Leo yê 14'an, li Şapela Sistine ya li Vatîkanê bi hev re dua kirin û piştî 491 salan yekemîn îbadeta hevpar di navbera monarşiya Brîtanî û Dêra Katolîk de pêk anîn.

Qralê Brîtanyayê Charles û Keybanû Camilla, ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera Dêra Katolîk û Dêra Brîtanyayê de, serdaneke fermî li Vatîkanê kirin.

Qralê Brîtanyayê Charles bi Papa Leo yê 14'an re civiya û li Şapela Sistine bi hev re dua kirin.

Ev hevdîtina dîrokî, piştî 491 salan bû yekemîn îbadeta hevpar di navbera monarşiya Brîtanî û Dêra Katolîk de. Di ayînê de, îlahiyên Latînî û duayên Îngilîzî li şapelê deng vedan. Di ayîna ku ji aliyê Papa Leo yê 14’an û Serpîskoposê Dêra Anglîkan Stephen Cottrell ve hat birêvebirin de, Koroya Şapela Sistine û du koroyên keyanî jî cih girtin.

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.