Rûsyayê li Kîevê xist: Herî kêm 11 kuştî û 93 birîndar

Rûsyayê li Kîevê xist: Herî kêm 11 kuştî û 93 birîndar

PeyamaKurd- Rûsyayê bi moşek û balafirên bêmirov paytexta Ukraynayê Kîev kir armanc.

Hate ragihandin ku hejmara kesên ku di êrîşa asmanî ya artêşa Rûsyayê ya li ser paytexta Ukraynayê Kîevê de jiyana xwe ji dest dane, gihîşte 11 kesan û hejmara birîndaran jî gihîşt 93 kesan.

Servîsa Rewşa Lezgîn a Dewleta Ukraynayê (DSNS) ragihand, di êrîşê de hejmara miriyan, ku yek ji wan zarok e, gihîştiye 11 kesan.

Herwiha hate diyarkirin ku hejmara birîndaran jî ku 11 ji wan zarok in, gihîştiye 93 kesan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, tîmên rizgarkirinê li herêmên ku êrîş lê hatine kirin xebatên xwe didomînin.

Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.